NE’MA PAWLOSE PÊŞIN KORINT’ÎYAR’A
Pêşgotin
Korint’ bajarekî
Yûnanistanêyî e’yan bû, ew p’ayt’extê qeza Axayayêye R’omayê bû. Bi destê Pawlos h’îmê
civîna Mesîh li wir hate danînê, gava dema r’êwîtîya xweye dudada ew li wir 18 meha ma (
K’arêd Şandîya 18:11, 18). Korint’ bajarekî gul û geş û navî-deng bû, ne ku t’enê alîyê
t’ucaretîyêda, lê usa jî alîyê r’abûn-r’ûniştinê, zanebûn û h’ebandinêda, çimkî her milet li wir diman. Lê belê alîkîva jî bênamûsîyêda h’ewla xwe dewlê avîtibûn. Û vê yekê gelekî h’ukumî ser civîna nû dikir û her cûr’e ze’metî pêşda danî.
Aha k’ifş dibe ku eva ne’ma nêzîkî sala 54-a Efesêda korint’îyar’a hatîye nivîsarê, dema r’êwîtîya Pawlose 3-a (
Korint’î I 16:8; K’arêd Şandîya 19:1).
Şandî bi vê ne’mê ser wan pirsa disekine, k’îjan ku ser e’mirê civîna nû bibûne giranî, usa jî ser heleqetîya wan r’abûn-r’ûniştin û çi ku
bawerîya bawermendava girêdayî bû.
Xemê Pawlos dup’a bona dutîretîya civînê û
ç’e’vderîya wan bû (serêd 1-ê h’eta 6-a). Usa jî ew pirsêd h’al-zewacê (serê 7-a),
îsafê (serêd 8-a h’eta
11:1), qeyde-qanûnêd civînê,
p’êşk’êşêd R’uh’ê Pîroz (serêd 11-a h’eta 14-a) û fikira r’abûna mirîya (serê 15-a) e’nene dike. Û k’ûr dide k’ifşê, ku
Mizgînî çawa van pirsa dinihêr’e û caba wan dide.
Serê 13-da derheqa h’izkirinêda xeber dide, ku ew ji Xwedêda mêrivr’a p’êşk’êşeke here mezin e. Belkî ev serî p’ara here e’yan e, nava vê p’arêda.
Serecema fikira ne’mê
Pêşgotin (1:1-9)
Dutîretîya nava civînê (1:10–4:21)
Pirsa bona h’al-zewacê (5:1–7:40)
Pirsa îsafê û xwe dûr xweykirina bawermenda ji r’aw-r’izimêd mileta (8:1–11:1)
E’mir, h’ebandin û t’erbetîya civînê (11:2–14:40)
R’abûna Mesîh û bawermenda ji mirinê (15:1-58)
K’omekt’opkirina bawermenda bona civîna Cihûstanê (16:1-4)
Çend t’ivdîrêd Pawlos û paşgotin (16:5-24)