Eva xebera bi fe'mîna îbranî tê fe'mkirinê çawa «r'uh'» yan «ba».
John.1.1
Matt.19.4; Mark.10.6

Peymana Kevin

Pênc k’itêbêd Mûsa (T’awret)

Destpêbûn, Derk’etin, Qanûna K’ahîntîyê, Jimar, Qanûna Ducarî.

Înstîtûta welger’andina K’itêba Pîroz
Moskva
2010
Pênc k’itêbêd Mûsa Destpêbûn, Derk’etin, Qanûna K’ahîntîyê, Jimar, Qanûna Ducarî
Bona welger’andina k’urdîya kurmancî
Bi vê navnîşê binivîsin bişînin:
ibt_inform@.ibt.org.ru
© Horace Knowles © The British Foreign Bible Society, 1954, 1967, 1972
ISBN 978-5-93943-157-6
© Înstîtût pêrêvoda Bîblîî, Moskva, 2010

Pêşgotina her pênc k'itêbêd Mûsa

Xwendevanêd delal! Cara e'wlin e ku ev her pênc k'itêbêd Mûsa destê weda ye, k'îjan ku dik'evine nava p'arêd Bîblîyayê. Ev k'itêb bi zaravê kurmancîya k'urdî hatîye welger'andinê. Bîblîya k'itêba k'itêba ye, k'itêba here hêja ye û gelek tê xwendinê. Cihû, musulman û mesîhî van her pênc k'itêbêd Mûsa qebûl dikin çawa k'itêbêd pîroz.
Her merivê li ser t'opa dinîyayê, k'îjan qulbîda ku dimîne, çi miletî yan xweyê çi h'ebandinê be, wî dik'eve ku vê k'itêbê bi zimanê xwe bixûne. Bîblîya caba wan pirsa dide, k'îjana ku t'imê serê cime'tê êşandine, mesele: em ji ku bûne, em çima dijîn, çima dinyayêda haqas xirabî heye, pey mirinêr'a çi tê serê mêriv.
Bîblîya t'evayîya xweva şêst şeş k'itêb in, k'îjan ku bi destê gele nivîsk'ara navbera gelek salada hatine nivîsarê. Ev k'itêbana derheqa serhatîyêd ji destpêbûna dinyayêda girtî h'eta qurna yekêye pey bûyîna Îsar'a dibêje. Bîblîya li ser du p'ara p'arevedibe. Peymana Nû, k'îjan ku derheqa bûyîn, kirêd Îsa û peyçûyêd wî, usa jî derheqa pêşdaçûyîna civîna e'wlin berbiç'ev dike.
Peymana Kevin nav xweda dite'milîne her pênc k'itêbêd Mûsa, usa jî k'itêbêd p'êxembera û hilbesta. Her pênc k'itêbêd Mûsa ne t'enê yêd e'wlin in, lê usa jî yêd e'sasî ne, bona t'emamîya K'itêba Pîroz. Ew bona pêşdahatina dinê, însên, pêşdahatina gunah, heleqetîya Xwedê û însên dibêje.
Her pênc k'itêbêd Mûsa ji têkista îbranîye kevin, awa gotî ji têkista Masorêtî bi zimanê k'urdî hatîye welger'andinê. Cî-cîya tiştê ji têkistê dûrk'etî şirovekirinêda tê e'yankirinê. Xilazîya k'itêbê: ferhengok û xerîte heye.
Înstîtûta welger'andina bîblîyayê r'azîbûna xwe dide: welger'a, serr'astkira usa jî h'emûyêd ku t'evî k'arê hazirkirin û xebata çapkirina her pênc k'itêba bûne.
Înstîtûta welger'andina K'itêba Pîroz, Moskva

Destpêbûn

Pêşgotin

Peymana Kevin, k'itêba Destpêbûnêda destpêdike. Eva k'itêba pêşin e, ji her pênc k'itêbêd Mûsa, (bi îbranî ‹Torah› tê gotinê, awa gotî ‹Şîret› yan ‹Qanûn›). Navê k'itêba Destpêbûnê bi îbranî ‹Bêrêşît› e, awa gotî ‹Destpêbûn›, yan ‹Sêrîda›, lê bi yûnanî ‹Gênêsîs› e, ‹Pêşdahatin› yan ‹Çêbûn›. Vê k'itêbêda bona pêşdahatina t'opa dinê, e'rdê, mêriv û cime'ta Îsraêl tê gotinê. Vê k'itêba Destpêbûnêda, Xwedê ye serê sera. Destpêbûna k'itêbêda serê 1-11-a bona wê yekê tê gotinê, wekî çawa bi xebera Xwedê t'emamîya dinyayê tê e'firandinê. Mezinayîya Xwedê ne t'enê vêda ye, lê Xwedê wan merivêd xweye xuliqandî jî pey wê yekêr'a nahêle, gava ew dûrî Xwedê dik'evin, gune dikin, Xwedê dîsa bona wan xem dike. T'emamîya serhatîya dinyayêye mayîne vê k'itêbêda ew heleqetî ye, ya ku nava Xwedê û merivayêda diqewime. Peyr'a ji serê 12-50-î bona wan meriva dibêje, k'îjana ku Xwedê bona xwe dibijêre, wekî zur'etêd wan bibine cime'ta wî. Li nava serhatîya Birahîm, Îshaq, Aqûb û her donzdeh kur'êd Aqûbda, Xwedê wanr'a soz dide, wekî zur'etêd wanê bê h'esab bin û li e'rdê war bin, k'îjanar'a ku Xwedê soz da. Pê wan h'emû miletê bêne bimbarekkirinê. R'aste, ew ne merivne k'amil bûne, em Destpêbûnêda bona kêmasîyêd wan û kirinêd wane ne qenc dixûnin. Lê dîsa Xwedê gazî wan dikir ku guhdarîya wî bikin. Nexş û stîla k'itêba Destpêbûnê cûr'e-cûr'e ye, hew dinihêr'î deng-be'sê bona şayê ye, hew dinihêr'î serhatîya saxleme li ber guh e, hew dinihêr'î nişkêva r'eqema milet û qebîla tê navkirinê, yan jî dua bi forma hilbestê tê gotinê. Ev yek bona me tiherekî ye, wekî t'emamîya têk'stê bi lîstika gotinava dagirtî ye. Mesele, xuliqandina mêr (bi îbranî Adam), Xwedê ew ji axê (bi îbranî adama, 2:7) xuliqand. Alîyê dinva jî mêriv gerekê ev e'rd bêcer kira (2:5; 3:23), alîkî dinva jî r'ojekê ew dîsa gerekê veger'e di wê xwelîyê (3:19). Ev yeka lîstika gotina ye û ev yek ne t'enê serhatîya dixemilîne, lê usa jî alîk'arîyê dide ku baş bê fe'mkirinê, ku xudanê serhatîyê çi dixwaze mer'a bêje. Gele cara lîstika gotina, me'nîya pêşdahatina nava şirovedike, yan jî navê cî-wara dide k'ifşê. Mesele, navê Babîlonê (bi îbranî Babêl) e, ew fêla balal (t'evîhevkirin) şirovedike, «Çimkî li wir Xudan zimanêd h'emû dinyayê t'evîhev kirin û ji wir Xudan ew li ser t'emamîya dinyayê bela kirin» (11:9). Lê h'eyf, wekî li nava welger'andinêda, lîstika gotina, t'am nayê welger'andinê. Vê welger'andinêda, şirovekirin, ji tiştêd bûyîye here berbiç'e'v nîşan dikin.


Kurmancî
http://ibt.org.ru/bible
Pênc k’itêbêd Mûsa, Kʼitêba Rʼûtʼ, Kʼitêba Ester, Kʼitêba Ûnis, Zebûr, Mesele, Mizgînî



Creative Commons: by-nd: © Institute for Bible Translation; This work is licensed under the Creative Commons Attribution-NoDerivatives 4.0 International License. To view a copy of this license, visit http://creativecommons.org/licenses/by-nd/4.0/.

Институт перевода Библии
Институт перевода Библии, 101000 Москва, Главпочтамт, а/я 360
ibt_inform@ibt.org.ru
back
close
:
prev / next

Serhatîya destpêbûna e'rd û e'zmên

1 Destpêbûnêda Xwedê e'rd û e'zman e'firandin.
2 E'rdî bêcûr'e û vikî-vala bû, te'rîstanîyê li ser r'ûyê ava bêbinî girtibû û R'uh'ê Xwedê li ser r'ûyê avê diger'îya.3 Hingê Xwedê got: «Bira bibe r'onayî». Û bû r'onayî.4 Xwedê dîna xwe dayê ku r'onayî qenc e, Xwedê r'onayî ji te'rîstanîyê qetand.5 Û Xwedê navê r'onayê danî R'oj, navê te'rîstanîyê jî Şev. Û bû êvar û sibeh, bû r'oja e'wlin.
6 Hingê Xwedê got: «Bira navbera avêda sînorê qedîmîyê pêşda bê û bira navbir'îyê bidê, avê ji avê biqetîne».
7 Û Xwedê sînorê qedîmîyê çêkir û ava li bin sînorê qedîmîyêda û ava li ser sînorê qedîmîyê ji hev qetandin. Û usa jî bû.8 Û Xwedê navê sînorê qedîmîyê danî E'zman. Û bû êvar û sibeh, bû r'oja duda.
9 Hingê Xwedê got: «Bira avêd bin e'zmênda cîkî gol bin, zihayî k'ifş be». Û usa jî bû.
10 Xwedê navê zihayê danî E'rd û navê ava golbûyî jî danî Be'r. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.11 Hingê Xwedê got: «Bira E'rd şînayîyê, p'incar'a ku t'oximê xwe bide û dara xweyîbere ku mîna cûr'ê xwe ber bide, t'oximê wê jî nava wêda be, li ser e'rdê bigihîne». Û usa jî bû.12 E'rdê şînayî, p'incar'a ku mîna cûr'ê xwe t'oxim bide û dara xweyîbere ku t'oximê mîna cûr'ê wê navda be derxistin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.13 Û bû êvar û sibeh, bû r'oja sisîya.
14 Hingê Xwedê got: «Bira sînorê qedîmîya e'zmênda r'onayîdar derên, wekî r'ojê ji şevê biqetînin û we'da, r'oj û sala nîşan kin
15 û bira evana sînorê qedîmîya e'zmênda r'onayîdar bin, wekî e'rdê r'onayî kin». Û usa jî bû.16 Xwedê du r'onayîdarêd mezin çêkirin: R'onaya mezin wekî serwêrîyê li r'ojê bike, r'onaya biç'ûk wekî serwêrîyê li şevê bike û usa jî steyrk çêkirin.17 Xwedê evana li sînorê qedîmîya e'zmênda danîn, ku r'onayê bidine e'rdê,18 serwêrîyê li r'ojê û şevê bikin, r'onayê ji te'rîyê biqetînin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.19 Û bû êvar û sibeh, bû r'oja çara.
20 Hingê Xwedê got: «Bira av h'eywanêd bînberva bik'imk'ime û teyrede jî li ser e'rdê û sînorê qedîmîya e'zmênda bifir'in».
21 Û Xwedê h'ûtêd mezin xuliqandin û her h'eywanêd bînbere ku avêda dişûlikin, ku av ji cûr'êd wanda k'im-k'imî, usa jî teyredêd xweyîp'er'e bi cûr'êd wanda. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.22 Xwedê dua li wan kir û got: «Şîn bin û li hev zêde bin, avêd be'ra t'ijî kin, teyrede jî li ser e'rdê zêde bin».23 Û bû êvar û sibeh, bû r'oja pênca.
24 Hingê Xwedê got: «Bira e'rd h'eywanêd bînber cûr'êd wanda, h'eywanêd k'edî, şûlikî û terewilêd e'rdê cûr'êd wanda pêşda bîne». Û usa jî bû.
25 Û Xwedê terewilêd e'rdê cûr'êd wanda, h'eywanêd k'edîye cûr'êd wanda, usa jî h'emû cûr'e şûlikîyêd li ser e'rdê cûr'êd wanda çêkirin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e.

Xuliqandina mêr

26 Xwedê got: «Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin, wekî h'ukumî li ser me'sîyêd be'rê, teyredêd e'zmên, h'eywanêd k'edî û t'emamîya e'rdê, usa jî h'emû cûr'e şûlikîyêd li ser e'rdê bike».
27 Xwedê merî dilqê xweda xuliqand,
dilqê Xwedêda ew xuliqand,
qisimê nêr û mê xuliqandin.
28 Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanr'a got: «Şîn bin û li hev zêde bin, e'rdê t'ijî kin û xweyîtîyê lê bikin, h'ukumî li ser me'sîyêd be'rê, teyredêd e'zmên û h'emû h'eywanêd li ser e'rdêye ku dih'ejin bikin».
29 Xwedê got: «Va ye ez h'emû p'incar'êd li ser e'rdêye t'oximêd wanva didime we û her dara xweyîbere ku t'oximê wê nava wêda ye, wer'a wê bibe xurek».30 Lê bona h'emû terewilêd e'rdê, h'emû teyredêd e'zmên û h'emû h'eywanêd bînbere ku li ser e'rdê dişûlikin, gîhayê şîn bibe xurek. Û usa jî bû.31 Xwedê dîna xwe da h'emû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn. Û bû êvar û sibeh, bû r'oja şeşa.
prev / next